Li gorî televîzyona Channel 12 a li Îsraîlê weşanê dike, rêveberiya Tehranê ji bo bidawîkirina şer şeş şertên bingehîn da pêş.
Ev şert jî bi vî rengî ne:
- Kontrola li ser Tengava Hurmuzê û wergirtina bacê ji derbasbûnê
- Garantî bê dayin ku jinûve şer neyê destpêkirin
- Êrişên Îsraîlê yên li ser Hîzbûllahê bêne rawestandin
- Hemû pêkanînên li ser Îranê bi temamî bêne rakirin
- Bernameya fuzeyên balîstîk bêyî astengiyekê dewam bike
- Ji bo zerarên ji ber şer rû dan tazmînat bêne dayin
LI DAXWAZÊN DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN EMERÎKAYÊ NAYÊ
Li aliyê din, plana ji 15 xalan a ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) beriya niha pêşkêş kiribû û daxwazên Îranê dûrî ji hev in.
Rêveberiya Washingtonê bi taybetî van daxwazan ji Îranê dike:
- Ûranyûma dewlemendkirî ya li ber destê xwe radest bike
- Hin navendên nukleerê ji hev bêne xistin
- Piştgiriya bi komên hevalbend ên weke Hîzbûllahê bê birîn
- Kapasîteya fuzeyê bê bisînorkirin